Sibehan (in the mornings) sibehan ez bi gelemperî (generally)bi gelemperî zû şîyar dibim. Ez berî saet heştan şîyar dibim. Ez berî saet heştan before (eight o'clock) şîyar dibim. Carinan (sometimes) alarma mêrê min, min şîyar dike. Carinan alarma mêrê min, min şîyar dike (My husband's alarm wakes me up.) Okey. Alarma mêrê min, min şîyar dike lê mêrê min şîyar nabe (My husband doesn't wake up.) Mêrê min şîyar nabe. Piştî ku ez şîyar dibim, piştî ku ez şîyar dibim ez diçim banyoyê (bathroom) ez diçim hemamê (bathroom) ez diçim serşokê (bathroom) okey. Ez diçim serşokê ez li wir rûyê xwe dişom, diranên xwe firçe dikim, kremên xwe li rûyê xwe didim heke hebe (if there is) heke hebe ez serûma xwe li rûyê xwe didim okey. Piştî ku ez rûyê xwe, destê xwe dişom ez diçim mitfexê û avê vedixwim. Avê vedixwim. Ez qedeheke mezin (a big glass of) avê qedeheke mezin a avê vedixwim. Pêşî avê vedixwim. Berî qehweyê (before coffee) berî taştê ez her tim avê vedixwim. Ez bi avê dest bi roja xwe dikim (I start my day with water.) Okey. Piştî avê ez çi dikim? (what, what do I do?) Ez çi dikim, ez diçim cilên xwe li xwe dikim. Ez diçim odeya razanê û cilên xwe li xwe dikim (I get dressed) ez cilên xwe li xwe dikim. Dema ku ez dibînim mêrê min razayî ye (when I see my husband he's a sleep) ez dibêjim roj baş, rabe, şîyar be, bû sibeh (it's morning) Ew dibêje here (go) tu min berde (like leave me) okey. Ez dibêjim na şîyar be, tu jî rabe (you wake up too)û piştî ku ez cilên xwe li xwe dikim (after I get dressed) Piştî ku ez cilên xwe li xwe dikim ez diçim parkê. Nêzî mala me, nêzî mala me parkeke xweş heye. Ez pirr hez dikim li wir bimeşim. Ez pirr hez dikim li wir bimeşim. Heke dersên min tunebin (If I don't have any lessons), heke dersên min tunebin ez pirr hez dikim li wir bimeşim û nêzî wê parkê dibistan hene lîse hene (schools, high schools)ji ber vê ez gelek caran li wê parkê xwendekaran jî dibînim. Ez li wê parkê xwendekaran jî dibînim. Ew xwendekar jî carinan bi hev re sohbetê dikin (They are having a conversation.) Ew cixareyê vedixwin. (Some of them) hin ji wan cixareyê vedixwin (smoke) cixareyê vedixwin. Hin jî wan derdorê temaşe dikin, hin ji wan dimeşin û ez her sibehê wan dibînim. Ez li parkê derdora (around) derdora 30 deqeyan 40 deqeyan dimeşim. Dimeşim û paşê vedigerim malê. Carinan ez berî malê diçim marketê. Diçim marketê, diçim dikanekê û li wir lazimîyan dikirim (I buy the needs.) Lazimîyên malê (house needs) lazimîyên malê dikirim. Carinan hêkan dikirim, carinan nan dikirim, carinan fêkî û sebzeyan dikirim her tiştî dikirim û piştî dikanê piştî marketê ez têm malê. Gelek caran ez serê xwe dişom, serê xwe dişom piştî meşê ez serê xwe dişom û dema ku ez serê xwe dişom mêrê min taşteyê amade dike. Mêrê min taşteyê amade dike. An jî carinan ez serê xwe naşom ez û mêrê min em bi hev re taşteyê amade dikin ez dixwim û ez diçim dersê. Sibehan bi gelemperî dersên min piştî saet dehan dest pê dikin (After ten o'clock.) Piştî saet dehan destpê dikin û piştî dersên xwe ez carinan firavînê dixwim. Nîvro nîvro ez firavînê dixwim. Lê firavîna min ne gelekî giran e. Ez mast û fêkîyan dixwim, carinan ez tostekê çêdikim, carinan heke hebe (if there is) heke hebe ez xwarinên roja roja berî wê dixwim. Yanî xwarinên doh dixwim mesela îro îro mêrê min nîvro telefon kir wî got ez birçî me ez herim malê û ez ê tiştinan bixwim (I will eat something) û ez hatim malê ez li derve bûm. Ez hatim malê min dît wî meqerneyên doh germ dikirin (he was hitting the pastas from yesterday's) û me bi hev re ew xwar. (We eat to together.) Me bi hev re ew xwar. Gelekî xweş bû. Mêrê min meqerneyê pirr xweş çêdike. Ez nizanim meqerneyan xweş çêbikim. (Again) û piştî firavinê ez çi dikim? Piştî firavinê axlebe mostly axlebe dersên min hene. Saet duyan de sêyan de çaran de dersên min hene û ez dersên xwe çêdikim. Ez dersên xwe çêdikim û di saet çaran, pêncan, şeşan de dersên min tune ne.