Kurdish Lessons Podcast

Kurdish Lessons Podcast

https://anchor.fm/s/55528780/podcast/rss
6 Followers 34 Episodes Claim Ownership
Learn Kurdish Language while listening to short and amusing stories. Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvutKJerMREoQtzXiQaDNBQ Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons Instagram: https://www.instagram.com/kurdishlessons_/

Episode List

34.Rûtînên min ên sibehê (my morning routines) - for Beginners

Feb 11th, 2026 1:49 PM

Sibehan (in the mornings) sibehan ez bi gelemperî (generally)bi gelemperî zû şîyar dibim. Ez berî saet heştan şîyar dibim. Ez berî saet heştan before (eight o'clock) şîyar dibim. Carinan (sometimes) alarma mêrê min, min şîyar dike. Carinan alarma mêrê min, min şîyar dike (My husband's alarm wakes me up.) Okey. Alarma mêrê min, min şîyar dike lê mêrê min şîyar nabe (My husband doesn't wake up.) Mêrê min şîyar nabe. Piştî ku ez şîyar dibim, piştî ku ez şîyar dibim ez diçim banyoyê (bathroom) ez diçim hemamê (bathroom) ez diçim serşokê (bathroom) okey. Ez diçim serşokê ez li wir rûyê xwe dişom, diranên xwe firçe dikim, kremên xwe li rûyê xwe didim heke hebe (if there is) heke hebe ez serûma xwe li rûyê xwe didim okey. Piştî ku ez rûyê xwe, destê xwe dişom ez diçim mitfexê û avê vedixwim. Avê vedixwim. Ez qedeheke mezin (a big glass of) avê qedeheke mezin a avê vedixwim. Pêşî avê vedixwim. Berî qehweyê (before coffee) berî taştê ez her tim avê vedixwim. Ez bi avê dest bi roja xwe dikim (I start my day with water.) Okey. Piştî avê ez çi dikim? (what, what do I do?) Ez çi dikim, ez diçim cilên xwe li xwe dikim. Ez diçim odeya razanê û cilên xwe li xwe dikim (I get dressed) ez cilên xwe li xwe dikim. Dema ku ez dibînim mêrê min razayî ye (when I see my husband he's a sleep) ez dibêjim roj baş, rabe, şîyar be, bû sibeh (it's morning) Ew dibêje here (go) tu min berde (like leave me) okey. Ez dibêjim na şîyar be, tu jî rabe (you wake up too)û piştî ku ez cilên xwe li xwe dikim (after I get dressed) Piştî ku ez cilên xwe li xwe dikim ez diçim parkê. Nêzî mala me, nêzî mala me parkeke xweş heye. Ez pirr hez dikim li wir bimeşim. Ez pirr hez dikim li wir bimeşim. Heke dersên min tunebin (If I don't have any lessons), heke dersên min tunebin ez pirr hez dikim li wir bimeşim û nêzî wê parkê dibistan hene lîse hene (schools, high schools)ji ber vê ez gelek caran li wê parkê xwendekaran jî dibînim. Ez li wê parkê xwendekaran jî dibînim. Ew xwendekar jî carinan bi hev re sohbetê dikin (They are having a conversation.) Ew cixareyê vedixwin. (Some of them) hin ji wan cixareyê vedixwin (smoke) cixareyê vedixwin. Hin jî wan derdorê temaşe dikin, hin ji wan dimeşin û ez her sibehê wan dibînim. Ez li parkê derdora (around) derdora 30 deqeyan 40 deqeyan dimeşim. Dimeşim û paşê vedigerim malê. Carinan ez berî malê diçim marketê. Diçim marketê, diçim dikanekê û li wir lazimîyan dikirim (I buy the needs.) Lazimîyên malê (house needs) lazimîyên malê dikirim. Carinan hêkan dikirim, carinan nan dikirim, carinan fêkî û sebzeyan dikirim her tiştî dikirim û piştî dikanê piştî marketê ez têm malê. Gelek caran ez serê xwe dişom, serê xwe dişom piştî meşê ez serê xwe dişom û dema ku ez serê xwe dişom mêrê min taşteyê amade dike. Mêrê min taşteyê amade dike. An jî carinan ez serê xwe naşom ez û mêrê min em bi hev re taşteyê amade dikin ez dixwim û ez diçim dersê. Sibehan bi gelemperî dersên min piştî saet dehan dest pê dikin (After ten o'clock.) Piştî saet dehan destpê dikin û piştî dersên xwe ez carinan firavînê dixwim. Nîvro nîvro ez firavînê dixwim. Lê firavîna min ne gelekî giran e. Ez mast û fêkîyan dixwim, carinan ez tostekê çêdikim, carinan heke hebe (if there is) heke hebe ez xwarinên roja roja berî wê dixwim. Yanî xwarinên doh dixwim mesela îro îro mêrê min nîvro telefon kir wî got ez birçî me ez herim malê û ez ê tiştinan bixwim (I will eat something) û ez hatim malê ez li derve bûm. Ez hatim malê min dît wî meqerneyên doh germ dikirin (he was hitting the pastas from yesterday's) û me bi hev re ew xwar. (We eat to together.) Me bi hev re ew xwar. Gelekî xweş bû. Mêrê min meqerneyê pirr xweş çêdike. Ez nizanim meqerneyan xweş çêbikim. (Again) û piştî firavinê ez çi dikim? Piştî firavinê axlebe mostly axlebe dersên min hene. Saet duyan de sêyan de çaran de dersên min hene û ez dersên xwe çêdikim. Ez dersên xwe çêdikim û di saet çaran, pêncan, şeşan de dersên min tune ne.

33. Rojnivîskên Gulê 09 - 4ê Berfanbara 2025an

Dec 4th, 2025 9:23 AM

Îlon, Cotmeh, Mijdar çawa derbas bû?

32.Rojnivîskên Gulê 08 - 14ê Tebaxa 2025an

Aug 14th, 2025 10:13 AM

Ez van rojan çi dikim? Havîna 2025an

31.Newroz - Cejna Kurdî

Mar 21st, 2025 12:21 PM

Newroz – Cejna KurdîNewroz ji bo gelê kurd cejneke girîng e. Her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin. Ev roj di çanda kurdî de destpêka sala nû ye. Newroz tê wateya “Roja Nû.”Di vê rojê de, kurdên li hemû deverên cîhanê şahiyê dikin. Mirov li derdora agirê Newrozê kom dibin û direqisin. Zarok û mezin bi hev re govendê digirin û cejnê pîroz dikin.Di Newrozê de, mirov cilên xweşik û rengîn li xwe dikin. Kesk, sor û zer ji bo vê cejnê rengên sereke ne. Ev reng rengên ala kurdî ne jî.Ji bo roja Newrozê xwarinên taybet tên amadekirin. Jin, mêr, zarok û pîr bi hev re diçin seyranê. Li seyranan govend tên girtin, xwarin tên xwarin û stranên kurdî bi hev re tên gotin.Efsaneya Newrozê girêdayî Kawayê Hesinkar e. Li gorî çîrokê, Kawa şoreşek li dijî Zohakê zalim pêk aniye û gelê xwe rizgar kiriye. Piştî vê bûyerê, agir li ser çiyayan hatiye pêxistin da ku mizgîniya rizgariyê bê dayîn.Îro, Newroz ji bo kurdan ne tenê cejneke neteweyî ye, lê belê sembola azadiyê û yekîtiyê ye. Di vê rojê de, mirov hêvî û daxwazên xwe ji bo sala nû dikin.Newroz pîroz be!

30. How to talk about likes and dislikes -A1 level for Beginner learners

Feb 8th, 2025 12:29 PM

the verb ‘’ji …… hez kirin’’ - to like, to loveEz hez dikimTu hez dikîEw hez dikeEm hez dikinHûn hez dikin Ew hez dikin-an is added to the nouns when it is about a general liking- I love flowers - Ez ji kulîlkan hez dikim- I love fruits - Ez ji fêkîyan hez dikim- I love vegetables - Ez ji sebzeyan hez dikim- Ez ji sînemayê hez dikim — Tu ji sînemayê hez dikî?- Ez ji muzîkê hez dikim —— hez nakim- Ez ji muzîka kurdî hez dikim. — Tu ji muzîka Kurdî hez dikî?- Ez ji hunerê hez dikim — I love the art- Ez ji çuqulatayê hez dikim - Ez ji goştî hez dikim- Ez ji goştî hez nakim — Tu ji goştî hez nakî?- Ez ji gundî hez dikim - Ez ji karê xwe hez dikim.— Tu ji karê xwe hez dikî?- Ez ji mêrê xwe her dikim - I love my husband- Ez ji jina xwe hez dikim - I love my wifeTo express ‘’to like doing something’’—— Ez hez dikim + present tense verb (-bi instead of -di)- Ez hez dikim bireqisim. (reqisîn)- Ez hez nakim xwarinê amade bikim.- Ez hez dikim stranan bibêjim - I love singing songs - Ez hez dikim bi hevalên xwe re derkevim - Ez hez nakim malê paqij bikim.- Ez hez dikim zimanan hîn bibim - I love learning languages - Ez hez dikim bigerim - I love travelling Nefred kirin - to hateEz ji karê xwe nefred dikim - I hate my jobEz ji bajarên mezin nefred dikim.Ez ji te nefred nakim. - I hate youEz nefred dikim malê paqij bikim. - I hate cleaning the house➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com  ➤To support our works on Patreon:  https://www.patreon.com/kurdishlessons To follow us on social media: ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless... ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons

Get this podcast on your phone, Free

Create Your Podcast In Minutes

  • Full-featured podcast site
  • Unlimited storage and bandwidth
  • Comprehensive podcast stats
  • Distribute to Apple Podcasts, Spotify, and more
  • Make money with your podcast
Get Started
It is Free